Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
Ke pirsamin jite kır beje çû.. çû
li xwe bîgare..
Li we aliye, cîhekî tû jî nîzani
bé..
Wéneye mîn we şeva da ye té
bişewitîne
belki tû karî be şeveke xwe
Ronahî bîke...
Li ezmanan nav stêrkan bi rê keti buyi
Wek baranan weka berfan ser me dı buyi
Dema çuyi me berdayi ax tavê me
Dema keti wi zindanê ax çave me
Dema bê deng bê war mayi ax canê me
Agir ket e nav dilê me nav rıhê me
Te go Jîyan te go hevî jî bo hevalan
Wan go mırın wan go talan jî bo evînan
Dema çuyi me berdayi ax tavê me
Dema keti wi zindanê ax çavê me
Dema bê deng bê war mayi ax canê me
Agir ket e nav dilê me nav rıhê me
---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim.
wê wektê
bi xezeb
li vî bajarî
ez bi efara evîna te ketim
çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebejê çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlim
lê dîsa jî
min hinek dil
kir sedeqa serê evîna xwe û te
û min li bajêr belav kir
tu zanî pê bê çi bû?
bajar dîn bû
û bi çolê ket
çû û çû....
Silav hevalno
Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:)
Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an
Xanî, kesek ku ji nûra Xwedê bi par e. Xemên di dilê wî de, niha di dilê her kesî de... Evîn çi qas dijwar be jî, rêyek her dirêj û bi ronî di pêşiya Xanî de bû. Di vê rêya dirêj de ne tenê evîna mirovayetî, evîna her tiştî cih digire. Ev rê bi dar in, bi kulîlk û bi strî ne...
Dilek bi şa be, bê xem jî nabe. Lê.. Xanî ji xwe re bi tenê xeman jî
çiqas ken û maçên te hebûn min zû zû civandin ji bajêr nebêje çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlim lê dîsa jî
min hinek dil kir sedeqa serê evîna xwe û te û min li bajêr belav kir tu zanî pê bê çi bû?
bajar dîn bû û bi çolê ket
çû û çû....
Min bihîst ku te biryar daye me biterikîne, neke!
Tu ber bi yar û dostekî din ve diçî neçe!
Tu li cîhana biyanîyan çi digerî xerîbo?
Mebesta te ji kîjan dilxwazê nexweş e neke!
Me, nedize me, ji me nedize, neçe wan diyaran!
Tu ber bi kesên ku hatî revandin re nezerê dikî, neke!
Ey heyv! Felek ji bo te ji hal ketiye, serûbinî buye.
Tu me jî