Gelî hevalên hêja...
Wekî hûn jî dizanin ku li vir gelek kurdînivîsên me yên hêja hene. Ji berê çêtir in hijmarên wan. Bi rastî em bi vê rewşê kêfxweş in. Daxwaziya me ji we ye ku li van hevalan xwedî derbikevin. Çawa xwedîderketin? Mînak, parvekirinên wan çendî ji we hat parve bikin, biecibînin, şîrove bikin. Hûn fêm bikin an nekin. Nivîsên kurdî yên li tora civakî her dem ji bo me pêwîst in. Li zimanê xwe wisa em ê xwedî derbikevin. Û ji kerema xwe re şaş an neşaş kurdî binivîsin. Bêguman bi şaşiyan hûn ê bigihêjin rastiyê. Sipas û serkeftin...
XEWNBÎN
Tu xewnbîna dawî ya dinyayê yî Heger tu jî ji dest herî wê av kin bibe Wê azadî bimire Ez ê ji tenêtî biqefilim Ji bêçaretî bişibim ên ku ji wan nefret dikim
Reklam
Wextê me zimanê xwe wendakir, em ê ji dinyayê wenda bibin...
Ji Bedîuzzeman Seîdê Kurdî mînakek bo yekitîyê(Desthevgirtin): "Eger sê elîf nebin yek, qîmeta wan sisê ye. Lê eger bi hikmeta yekîtîyê werin cem hev, qîmeta wan dibe sed û yazdeh" Bila Kurdî ji bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê. Kerema xwe ji bo zimanê kûrdî îmze bikin! change.org/p/t%C3%BCrkiye-...
Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara @serfiraz1 û @hevidar56 biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
BIJÎ ZIMANE KURDÎ...!!!
Ji bîrvekirin û lewazbûna zimanê me , Di serî de ji bo ( Celadet elî bedirxan ,Qazî Mihemed û ewê ku li ser ziman û axa xwe) têkoşîn day, bê rêzîye ku em li ser şopa ronahîya rêka wan bin. Zimanê me nasnameya me ye, Li dijî polîtîkayên bişaftînê û li dijî redkirina zimanê Kudî, en bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin. Em bi zimanê xwe bijîn.. Emê bi her avayî xwedî zimanê xwe, Dîrok a xwe û Çand a xwe derbikevîn... Gotinek e Direj Mihemed , li ser zimanê me... “ Eger kurd, xwe bi xewn û xeyalên vale bixapînin û li zimanê xwe xwedî dernekevin û zimanê xwe, wekî rih û şanaziya hebûna xwe nebînin, siberojeke tarî li benda zimanê kurdî ye” 15 ‘ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Ji Me Ra Pîroz Be...🌻🍀🌼
Sed nalet li ser wan kesan be ku kesên li dijî zilman bêdeng dimînin! Hûn gorî binê lingên jinên kurd bin! #DenîzPoyraz
Reklam
“Wî ji min re şîn difikir .. wî reşên ku ez bi wan re şer dikim nizanibû O beni Mavi Sanıyordu.. Boğuştuğum Siyahları bilmiyordu ..🌻 #JANYA
Beybun
Min şevê din ji wan Beybûnên ku min Pelên wan ji bo te Hilqetandibûn lêborîn xwest Min got hûn mafdar in, Ne hezkirina wê diyar e, Ne jî heznekirina wê 🌼🌼
1,000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.