Di nav gûr û hirçan da ez şêrê şêran im
Naxwazim hebûna we bi xwe sermîyan im
Nakevim nav refên qijikan teyrê baz im
Bikev im erdê ji dîsa ez serfîraz im
Bitirsin û heyf li we, ez ne bêkes im
Bi Xweda û hêvî ya xwe, ji we re bes im
Sed birîn hebe jî nayê li min nalîn ez lal im
Nefesa min gurzê mine wek Ristemê Zal im
Qey we got wa mîhêye, bizan ez şêrê har im
Hember dehakan Kawa'yê nemir hesinkar im
Ker bi ker bibe serê min ji edaletê re yar im
Li qadên we kerar im û şûrê zilfiqar im
Mina we ez qebûl nakim nokerîyê pêt û ar im
Bi rih û can dimeşim welatê xwe re yar im