Ji min re bêje, Kevokên spî e wê kengê werin welatê me? Kengê mizgîniyê bînin deşt û çiyayên me?
Mem Ararat
Difûre hilma tavê Vedixwîne zozanan Kulîlk e taca serê te yarê Û keskesora li pey baranan Gewza havîneke zer Li banê welatê Meda Şadibe bi pitikekê Koçerim di wê rêyê da Dikewînim brîna xwe Bi xweliya kevnebajaran Xunaviya li Zêrzewanê Bû gol li qada Amîda Dahatûya tefandî Tov weşand li çar hawîran Di paşla min de şitlek berû Min spart axa girê şêra Ji wê ye kenê tebaxê Di xewlaneke zîz de me Hindik mayê bimeşim Maçek bidim wê yarê
Reklam
Ez bêriya welatê xwe dikim lê welatêmin min nas nake...
Ji min re stranek kevnare bêje. Bi tama kenê zaroktiyê, bi bêhna hesreta welat. 🌙
Berbang| Ay delal
Berbang - Delalê Qerecdaxê (Ay Delal) Ay delal ay delal… Were delal, mi l’diyara diyarê sermîn im, Tavek’ ketiye qerejdaxa şewitî, gulê b’avê mamdela rengîn e, Tîrêjek xwe berdayî welatê boz hewayê, Welatê cûlê’v berya b’avê bozîn e, Qasîda xelkê rêwî-werçîn e, Qasîda min û xelkê delal, çilê mibareka havîna, Prîskê berfê, peşkê baranê, helkîna
Eger zimanê minî zikmakî bingeha dewleta te dihejîne, ew tê wateyê ku te dewleta xwe li ser axa welatê min ava kiriye.
Reklam
886 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.