Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Welatê Min
Çiyayêd mınê bedew-kubar, Mın ça bira we kirye, Hisreta we vê êvarê Xew ji çavê mın birye
* Ez lawê welatê xerîbiyê bûm. Bi kes û bi heval bûm. Lê îro Tenê bûn di dilê min de helîn çekir.
Reklam
Evdalé Zeyniké
"şagirtino ,dilgeşino...hun dengê xelkê ne. Hûn bendewarê ruhê wî,qasidê hîs û canê wi ne.Bilivînine ,bilezînine ,mîna min ,gotina da û pêr werbigirine ,gotina xwe lê zêde bikine,li gora xwe biguherînine û bi pêşerojê biguhezînîne.Hûn bi xwe biafirînine ,sîuda merivan û halê bûyeran bikine kilam û stranine .Bila kêmaniya hunermendiyê tê de nîn be û ew lihevhatî bine.Li xelke guhdari bikine ,pê alaqedar bine,bala xwe nerm bibine ,qedre gotina xelkê bizanine ,li zexelî,xeletî û bisebr bine.Xêr ,feyde û siûda welat ,xelk û zimanê xwe li ser her tiştî re bigirine..."
Dosto! Dayîk di welatê min de digirîn û nakenin, nabişirin Çimkû xort û keçên min tên kuştin û tên der dest kirin
Sayfa 51
Welatê min şerab û kitêb û yar e. ... Li vir ez û şerab û yara xwe di bedewiya cawîdan û îlahî ya mey, xilwet û eşqê de dijîn.
Reklam
Sed welat ji destê we ava be ezê lê dûrbim Tu bazara ser xwîna min dikî sîktirbe ulan... Bê rûmetno..
Ev Bajar Limin Nehat
Ev bajar jî limin nehat , ezê biçim xerîbîyê Ez ê li welatê xelkê binêrim li çavên xwe Min tiştek fehm nekir ji dinê , ji jînê , ji evînê Gava derîyê bîrê vebû ji dûrîyeka nêzîk Ez ê biçim bibim pêlek li deryayên tarî
Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê Bîr li pey hemû jiyanê bû Mal û malbat, xwişk û bira Ap û birazî, xal û xwarzî Yek bi yek niha li ber çavên wî bû Bavê kal ê rehmetî Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû; "Dayê, ez qurbanê Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e Eger te rojex xebera mirinê bihîste Tu bizanibe; min rûye we reş nekiriye Berxê te, çavreşê we Reşoyê bavo şehîdê welatê me ye..."
Ey welatê mın, nehiştın ku ez jiyana xwe bıdominim dı hembêza te da
Sayfa 21
Reklam
Kurd
Ji asoyên dûr Diweşin Bi hêviyên biyan Û dilên şikestî Her sînor Ji mirinê diçin mirinê Ji birînê dikevin birînê Û ji xewnan nayên der Ev kurdên te ne Welatê min
Sayfa 46
Ger hûn bixwazin Welatê min binasin Vekin deriyê agir û rojê. 🌹
Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Erebê Şemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û li Swêdê bi Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Lokman Polat, Firat Cewerî, Laleş Qaso, Silêman Demîr, Bubê Eser, Mistefa Aydogan, Enwer Karahan, Mihemed Dehsiwar, Kamran Simo Hedêlî, Mezher Bozan, û hwd hatiye domandin. (Li welat jî /mebest bakkurê Kurdistanê ye/ di hêla afirandina romanên kurdî de hinek nivîskarên kurd romanên dîrokî nivîsîne û weşandine. Navê hemûyan nayê bîra min lê wek mînak; Îlhamî Sîdar, Osman Ozçelîk, Fevzî Bîlge, Rênas Jiyan, Fêrgîn Melîk Aykoç, Mihemed Saîd Temel, Fevzî Bîlge û hwd. ) Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Şemo serî kişandiye.
Belavok
li welatê min mecbûr e helbest nêr be tîr be şilfîtazî û agir bibare ji devê wê lewre ji esmanê wê bombe dibarin li rûyê wê kulî diçêrin hirehira mirinê ye li ser dilê wê
avesta r.69Kitabı okudu
1.500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.