Min hîn bêhna pora dayikan
Ji bîr nekiriye
Dizanim weleh dizanim
Ku havînekî qeşa girtiye bindestiya min
Çend helbestvan
Çend welat
Û çend jin û mêr
Eslê xwe girêdan bivê qedera min ve
Tu nizanî?..
Ey zarokno!
Lîstikeke wisa bilîzin
Ku
Şer ji qehra
Biteqe
Kenekî wisa li rûyê hev
Binexşînin
Ku ji kêfa ewran
Bi dildarî av biherike
Serşoka min
Da ku serê helbesta xwe
Pê bişom
- Welat Dilken