"şagirtino ,dilgeşino...hun dengê xelkê ne.
Hûn bendewarê ruhê wî,qasidê hîs û canê wi ne.Bilivînine ,bilezînine ,mîna min ,gotina da û pêr werbigirine ,gotina xwe lê zêde bikine,li gora xwe biguherînine û bi pêşerojê biguhezînîne.Hûn bi xwe biafirînine ,sîuda merivan û halê bûyeran bikine kilam û stranine .Bila kêmaniya hunermendiyê tê de nîn be û ew lihevhatî bine.Li xelke guhdari bikine ,pê alaqedar bine,bala xwe nerm bibine ,qedre gotina xelkê bizanine ,li zexelî,xeletî û bisebr bine.Xêr ,feyde û siûda welat ,xelk û zimanê xwe li ser her tiştî re bigirine..."
Ev bajar jî limin nehat , ezê biçim xerîbîyê
Ez ê li welatê xelkê binêrim li çavên xwe
Min tiştek fehm nekir ji dinê , ji jînê , ji evînê
Gava derîyê bîrê vebû ji dûrîyeka nêzîk
Ez ê biçim bibim pêlek li deryayên tarî
Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê
Bîr li pey hemû jiyanê bû
Mal û malbat, xwişk û bira
Ap û birazî, xal û xwarzî
Yek bi yek niha li ber çavên wî bû
Bavê kal ê rehmetî
Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû
Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû; "Dayê, ez qurbanê
Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me
Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e
Eger te rojex xebera mirinê bihîste
Tu bizanibe; min rûye we reş nekiriye
Berxê te, çavreşê we
Reşoyê bavo şehîdê welatê me ye..."
Ji asoyên dûr
Diweşin
Bi hêviyên biyan
Û dilên şikestî
Her sînor
Ji mirinê diçin mirinê
Ji birînê dikevin birînê
Û ji xewnan nayên der
Ev kurdên te ne
Welatê min
Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Erebê Şemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û li Swêdê bi Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Lokman Polat, Firat Cewerî, Laleş Qaso, Silêman Demîr, Bubê Eser, Mistefa Aydogan, Enwer Karahan, Mihemed Dehsiwar, Kamran Simo Hedêlî, Mezher Bozan, û hwd hatiye domandin. (Li welat jî /mebest bakkurê Kurdistanê ye/ di hêla afirandina romanên kurdî de hinek nivîskarên kurd romanên dîrokî nivîsîne û weşandine. Navê hemûyan nayê bîra min lê wek mînak; Îlhamî Sîdar, Osman Ozçelîk, Fevzî Bîlge, Rênas Jiyan, Fêrgîn Melîk Aykoç, Mihemed Saîd Temel, Fevzî Bîlge û hwd. ) Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Şemo serî kişandiye.
li welatê min
mecbûr e helbest
nêr be
tîr be
şilfîtazî û
agir bibare ji devê wê
lewre
ji esmanê wê bombe dibarin
li rûyê wê kulî diçêrin
hirehira mirinê ye
li ser dilê wê