Welatê min bihuştek e ;
Ez jî kurmanc im
Kêfxweşî, rehetî
Ew hest ji min pir dûr in
Ez bi êşan, ez bi janan re zelîqîme
- Tengasîya dil bûye rêhevalê min
Hemêzkerê min e
Belê belê ez û jan em hev re dijîn
Ecêb jîyanên bê êş, bê jan çawa ne?
Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
Min digot ka ez çi binivîsim, ji bo hûn vê pirtûkê bixwînin ji ber ku pirtûkeke bi tam e. Ez li çav vê nirxandine welat mereto ketim û min gelekî eciband. Hesenê Metê nivîskarê min e. Ez ji xwendina pirtûkên wî tameke cûda distînim. Tu her bijî Hesenê Metê!
welat
@dono
·
13 March 2022 00:27
Lehengê çîroka me Behram, Behram ê Kawaşî xwendekarê fakulteya îlmê îlahî û li zaninge bajarê E yê xwendekar e. Xwediyê xêniyê Behram Lûlûxan Behram dawetî gundê xwe dike. Dawiya heftiyekê Behram diçe gundê Argonê dibe mêvanê Lûlûxan û malbata wî. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne.
Gor min her jin, her mêr hêlîya rêveberîya mal û welatê xwe ye
Mêrê kurmancî dev de dibê "azadî", lê dil de
Dil de, li hember e
Dibê; " azadî bimire, ji derîyê min dûr bimîne
Ez çi bikim ku, jin, qîz, xweng û bûkên min
wan gotinan nebihîzin
Deka bêje min te çi tişt bi xwe re anî,
ji wî welatê ku tu jê hatî,
Ma çendek ji axa gundê min li te giran bû,
te bi xwe re ne anî malnemîrat,💐
Qene silavek ba qene gulek ba qene berhûrek ba qene dilopek ji barana ezmanê welatê min ba,
Tu çi hemşeriye ku tu dest vala hatiye vê derê
Diyar e te wek min êşa xerîbiyê nekişandiye birakoo
Kê ji te re gotiye tahma xerîbiyê şêrîn e