Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne
Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
Welatê min / Ciwan Haco
Welatê min,Welatê min
Hatina min ji hezkirina we bû
Dîtina we ax, derdê min bû
Şahîya we jê mestir nebû
Çavên we de min rastî dît
Hewarên we de min hêvî dît
Di hêstirên we de, min azadî dît
Welatê min, welatê min.
Welatê min, welatê min
Dîtina te hêz da li min
Hesreta te tev birîna min
Tu sitran û tembûra min
Hey dîroka bêbext,
Feleka zalim
De bese êdî lo,
Welatê min,
Tu taca serê min ,
Tu sitran û awazê min,
Tu dermanê birîna min
welatê min, Ez ji te hez dikim.❤️
Difûre hilma tavê
Vedixwîne zozanan
Kulîlk e taca serê te yarê
Û keskesora li pey baranan
Gewza havîneke zer
Li banê welatê Meda
Şadibe bi pitikekê
Koçerim di wê rêyê da
Dikewînim brîna xwe
Bi xweliya kevnebajaran
Xunaviya li Zêrzewanê
Bû gol li qada Amîda
Dahatûya tefandî
Tov weşand li çar hawîran
Di paşla min de şitlek berû
Min spart axa girê şêra
Ji wê ye kenê tebaxê
Di xewlaneke zîz de me
Hindik mayê bimeşim
Maçek bidim wê yarê
Bu gotin û li zimanê gohê min ket
Teyrikê bihuştê nîvcomayî ket ji dîrok a welatê min re
Di helbestan de xwuşk digirîyan
Li ser axa welatê min mirovahî parçe parçe kirin û kuştin ew zarokê rû reş
Bav û dê tê ne kuştin
Bila werê ziman zilma xwudê zarok
Dê û bav têne kuştin
Gelo xwudê hawar û qîrîna me ne bese
@Bebask