Wiliam Shakespeare li ser kesayeta wî bi zêdeyî tişta em dikarin bi nivîsîn, ka çi kiriye an çi nivîsandî ye. Nivîskarek çewa ye....
Lê yek armanc ew e ku me ji pirtûka wî çi fêmkir?
Bi kurtasî em bibêjin, Shakespeare bi mirov perestî (hümanizm) tê binavkirin. Aliyê nivîskarî de jî hem helbestên wî henin, hem jî trajediya yên wî...
Em hinekê pirtûka wî lêkolîn bikin, li ser hinek xala bisekinin!
Ya bi pêş çav mir (Kral Lear), axa xwe (em bibêjin dewlet) di nava sê keçên xwe par dike (lêyve dike),
Du keçên wî para xwe digirin, keça wî ya biçûk naxwaze para xwe bistîne. Mîr (Kral Lear), vê yekê, bê rêzdarî dibîne û keça li ser xaka xwe naxwaze, û li welatê xwe derdixe, keça xwe nêzîkê mîrê frensî dike,
Herdû keçên wî û zavayên wî, dixwazin hêza xwe li ser xaka bavê xwe û ya li wan hatî parkirin zêde bikin.
Hêz... Şêrîn e, her du keçik di çerçovê de, bi fîtne û fesadî, bi xapa, bi dûv hêzê dikevin.
Lê wekî her car, hêz jehr e, dibe dawiya jiyana wan.
Mîr jî dibe qurbanê xelatî û şaşîyên xwe, her çiqasî keça wî ya biçûk, dixweze bê alîkarî ji, di demê de nayê, û welatê wî belav dibe...
Bu kurtasî pirtûk li ser van mijara derbas dibe. Bi zimanekê zelal hatiye nivîsandin. Demên berê hatibe nivîsandin, di jiyana me de jî cihê digire.
Gelek tiştên di nav pirtûkê derbas dibin niha ji derbasdar in.
Armanca min lêkolîn nivîsîn nîne, bi tenê dixwazim aliyê ziman de hinekê şiyarî bidim, em nêzîkî ziman bibin. Di her hêlê de zimanê xwe bidin jiyan....