Tiştekê ku wiha bi temamî dest ji eslê xwe berde û bibe tiştekê din, tune. Lewre, tişt di heman demê de hem hene û hem jî, tune nin. Dema ku heyîn û tinebûn xwe digihênin hev, wê demê dibin bûyîn. 2- Hem heyîn û hem jî tinebûn, rast û reel in. 3- Çuqasî ku heyîn heye, tinebûn jî hewqasî heye. Ev herdu jî, mîna hev reel in. Lewre, ew herdu wekî hev in û di bûyînê de dertên holê.