Bahoz Baran

Ferhenga Bişaftinê yazarı
Yazar
9.0/10
21 Kişi
84
Okunma
26
Beğeni
2.413
Görüntülenme

Bahoz Baran Gönderileri

Bahoz Baran kitaplarını, Bahoz Baran sözleri ve alıntılarını, Bahoz Baran yazarlarını, Bahoz Baran yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bayek radibû, tofanek çêdibû, dar û ber û gîya û kulîlk diketin ber xezaba wî, lê paşê mirovi mêze dikir şaxekê, xwe bê qeza û bela jê xelas kirîye. Elî, mîna ku di xewnekê da be, xwe nelivandibû, ew tenê sax mabû, eskerên ku ji rêyeka dûr hatibûn, rih û porê wan li nava hev ketibû. Wekî gurên ku kerîyê pez li erdê raxistibûn, tev westîyabûn.
...Wextê ku serê xwe dixist nava wan pêsîran, dîmeneka şolî dihat ber çavan, destê wî diçû birîna ser milî û bêhna xwînê dihatê, lê heta sibehê bi aramî radiket û jinika ereb fam dikir ku camêrê di paşilê da sêwî mezin bûye û bêrîya hembêzekê dike. Di çûna dawîyê da, qutiya xwe jî bi xwe ra bir, kursîyek li odeya wê danî û porê wê çêkir...
Reklam
Raman,ji zimên dermale dibe,heger ziman çû,raman dide dû.”
Hinek rabın ber bê azadiyê ve bêfırın û mirov li deriyê qesefê yê vekiri binere...
Sayfa 63 - Wardoz
100 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
·
8 günde okudu
Çend gotin li ser Ferhenga Bişaftinê
Berhema Ferhenga Bişaftinê a Bahoz Baran, di nav berhemên Kurdî de cihekî taybet digire. Ev berhem ramanên Baranî ên derbarê bişaftina Kurdî di nav xwe de dihewîne. Bi zimanekî herîkbar hatiye nivisîn û metnekê kêrhatî ye bi nêrîna min. Hêvî dikim metnên wisa zêdetir bin û bigihine girseyan.
Ferhenga Bişaftinê
Ferhenga BişaftinêBahoz Baran · Wardoz Yayınları · 201730 okunma
Zewac
Hevalek hebû, li ser qewlê Tirkî bû, paşê li xwe vegerîya. Îcar camêr wextê li zimanê xwe vegerîya bi şûn da, dît ku qismetê wî teng bûye û qîzên ku bi Kurdî diaxivin kêm in. Rojekê nema bi xwe girt û got, "Bi Xwedê berê qismetê min fireh bû, piştî ez li zimanê xwe vegerîyam qismetê min teng bû, de ka ez ê çawa rastî qîzeka Kurdîhez bêm?
Sayfa 99 - WardozKitabı okudu
Reklam
Raman
Heta ranebe neçe xerîbiyê, hay jê çênabe ku Kurd e û zimanekî wê/î heye.
Sayfa 67 - WardozKitabı okudu
Nexweşî
Vîdeoyek heye, avê di quşxaneyekê da germ dikin û dixwazin beqekê tê xinê. Beq jê direve. Paşê radibin, ava sar berdidin nava quşxaneyaka din û beqê dixinê. Beq dengê xwe nake, quşxaneyê datînin ser ocaxê û tûpê vedikin. Av hêdî hêdî germ dibe û beq hay jê çênabe. Çend deqe paşê di nava wê quşxaneyê da, bê ku hay ji xwe hebe, beq jî bi avê ra dikele. Em û ew beq, em dişibin hev.
Sayfa 58 - WardozKitabı okudu
301 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.