Ez we xatircem dikim ku ebediyet ew nîne piştî mirinê jî em di hizra tiştekî de bin, ji bîra me neçe û hertim em vegerin ser wê, ebediyet tiştekî din e, ebediyet cih e, bajarekî mezin e, herêmek e ji herêmên nedîyar ên hebûnê, xakek e wek her xakeke din ku em dikarin serdana wir bikin û herin hundirê wê û piştre tê de derkevin. Ebediyet bajarekî nêzî me ye û digel me ye, carina ew qas hewce ye ku em çavên xwe li ser hev danin û bibînin…