Çîrok têne gotin, gotin dibin çîrok û xwendevan dikevin dinyayekê bêhempa.
Pirtûkek pir xweş bû.
Ez spasiya xwe, ji Amedê pêşkêşî nivîskarê hêja Ciwanmerd Kulek re dişêînim.
Çar NeçarCiwanmerd Kulek · Avesta Yayınları · 20171 okunma
Dem dibuhure, nexweşî, şewat, êş, kul, xela, şer, ba, baran, bakiloz, gêrik û kêzik, lawir û erdhejan weke bablîsokê li rûyê dinyayê dixist û divê her carê em xwe bi kirasekî dîtir veşêrin.
Stêrkên ewil ên wê êvara dawiya payizê di nav esmanê cûn û tarî de mîna roniya findên mijekê ser wan girti ji dûran de belawela dixuyan. Gava trên bi firrfirreke dirêj gewda xwe ya giran û tarî tevlivand, ji îstesyonê bi der ket û di nav çola bêdeng de rê dibirrî, wek hawê ez ji hev belav bibim û bifeşkilim, di ciyê xwe de diqacqicîm. Giyanê min di bin hesinê trênê de bê ser û şûn dibû. Xwene ez ê careke din venegeriyama wir? Di ciyê xwe de hezhizîm. Weke peleke hişk a dara tuwê bim û ketibim ber bê. Bi kesera tahl a hemû veqetînên bê vegerîn kewgirîm.