Dilbirîn Dilo

Dilbirîn DiloLîza author
Author
10.0/10
4 People
32
Reads
8
Likes
768
Views

Dilbirîn Dilo Updates

You can find the Dilbirîn Dilo updates, reader opinions on 1000Kitap.
Ez nikarim bêjim min bêriya te kir lê ez dixwazim te bibînim Ez nikarim bêjim ez ji te hez dikim lê ez dixwazim tu her li gel min bî Ez nikarim bêjim neçe lê dikim ez dîn bibim Ez nikarim bêjim tu evîna min î lê rondikên bêdeng dirijînim Ez nikarim bêjim were lê ji hesreta te dîn dibim Ez nikarim bêjim tu gula min î lê ez bûme bilbilêkî lal û bêdeng Ez nikarim bêjim tu xeyalê min î lê tu her tim bi min re yî Ez nikarim bêjim tu delala min î lê dikim xwe bikujim Ez nikarim bêjim tu karxezala min î lê tim di kemîna te de me Ez nikarim bêjim tu mêkewa min î lê tim li ber hêlîna te me Ez nikarim bêjim tu bedewa min î lê nikarim çavên xwe ji veguhîzim Ez nikarim bêjim roniya çavê min î lê ji xeynê te tiştek nabînim.
Dilbirîn Dilo
Dilbirîn Dilo