"Yawo mirov çawa aciz nebe! Diçin xortên me dikujin, gund
û bajarên me dişewitînin, ya nemayî tînin serê me, hêjî Kurdên me di nava wan de cî digrin û xizmeta wan dikin.”
Çav ji yê zanaxwenda re kitêbên têr nivîsîn.
Bes ku mirov bikaribe vê kitêbê bixwîne.
Her awirek kitêbek e. Di her nêrînekê de wateyên cuda, gotin, biwêj veşartî ne. Her meyzandinek his e, hêrse, evîn e,
xwestek e, qehr e, elem e.
Çi rewşek xeter e, ku mirov nikaribe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û binîvise. Çi rewşek kambax e,
mirov ne bi zimanê mirov be. Ne sûcê te ye Mêvano. Bila ew yê bûyî sebeba vê yekê xerq bibin, ku ev ziman welê bêxwedî maye. Bila ew yê ku bûyî sebep, tovên wan biqele, ku ez û tu nikarin “Mem û Zîn" a dil bi êşê doz û wêjeya Kurdî, “Hey av û av" a hemrazê firinde û teyran, “Reşbelek” ên seydayê kezeb şewitî û “Dîwan”a şêxê şahê şahan yê şi'r û nezmê, bi zimanê xwe bixwînin... Heke tu hez ji zimanê xwe dikî, ez jî ewqas ji zimanê xwe hez dikim bavo. Ma çi zêdeyiya te ji min heye? Ma qey haşa Xwedê zimanê te ji yê min baştir û paktir emir kiriye? Yê te zêr û yê mîn gû jî be, wekî bav û kalên min gotî; ez gûyê xwe bi zêrên te nadim heyran...