Ji gerîlayên serê çiyan bigre heta bigre milîsên gund û bajaran. Çend ji vana ji ber doza çepgiriyê vê şoreşê dikin? Divê em li vê dozê ne îdeolojîk binêrin hevalê min. Ev ne dozeke îdeolojiyekê yan jî ya klasekê ye, belê doza mirovatiyê ye û ev doza gelê Kurd e."
"Yawo mirov çawa aciz nebe! Diçin xortên me dikujin, gund
û bajarên me dişewitînin, ya nemayî tînin serê me, hêjî Kurdên me di nava wan de cî digrin û xizmeta wan dikin.”