Di sala 1990'î de li bajarê Mûşê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Eskîşehîrê beşa Civaknasiyê xwendiye. Heta niha di gelek kovaran de helbest û nivîsên wê hatine weşandin. Zewicandî ye û dêya du zarokan e. Pirtûkxwendinê ji xwe re wekî sedema jiyanê dibîne.
"Dilê min ji camê ye ,heft derz tê de ne. Gava dilê min dihêle,di her carê de derzek lê dikeve."
Keçik heyirî ma ,ji dil hiştinê pir çi dibe li vê dinyaya ha...
Îşev hîvê ruyê xwe ji min veşartiye Tarîyeke qetran xwe bera odeya min daye Her tişt di tarîyê de wenda bûne Sê gavan bi şûn de tenêtî min dîl digire Şev e, ba ye, baran e...
Pira dilê min bi qasî ya te kevn e,
Hêdîka bavêje gavên xwe.
Ji şevên sar dizanim ku tu nelezîne çêtir e.
Bila ne qels be ku hilweşe
Neke ku mîna ferhengek nîvcomayî bim ez
Rabe hema çend rabirdûyan bi hev de
Ji nû ve min bihûne
Neke ku hêvîyên min biperçivin
Û li te asê bimînim
Nelezîne
Dilê min neke meydana şer
Nereve neçe ku kevn nebim
Gavên xwe bi hemd bavêje
Ku carekî din
Û carekî din hilneweşim
Bimeşim…
*
Te hêlîna xwe li ser dara since danîye
Li bajarekî wêran,
Li ber dilopên baranê
Tenê teyisandina çirûskên ronikan
Ew kuçeyên flû
Û
Ew mirovên bîyan, di tarîyê de li xwe digerin
Ji hêlîna te bê hay.
Û tu ji hêlîna xwe difirî,
li pere ezmanên çavên wan datînî.
Yazar Eyşan a Beravi in okuduğum ikinci kitabı ve ilk romanı olan Buhuşta Xezalan kitabı oldukça sade bir dille kaleme alınmış.
Aşk, vefa ve vefasızlık üzerine yazılmış muhteşem hikayelerin birleşiminden oluşan bir Eser
Kürtçe okuyabiliyorsaniz mutlaka değerlendirin.
Şimdiden iyi okumalar dilerim.