Sebra min bi dengê bilûrê tê, wexta meyla te dikim,
newe niha qelsemêr li şêwrê ne
dilê xezalan kêl in ji goran re,
bûkên salê piştê dispêrin qama tivingê
êvaran bi dizîka dibişkivin ji wan kulilkên Behîvê.
youtu.be/Fj_71ZbHPwo
Egidê Cimo - Mîrê Qelenyayê
mam asê
di newalê çavên te de
berf dibarê gulik gulik
ser mijangê te.
roj,
ji keskesorekê jî
mehrum dihêlê bejna min
payîz bi ser stêran de jî digrê
diweşîne pel bi pel
roniya xeyalên min.
zivistan kon vedide
li dilê min.
bûm xwîşka heft bira
di çîrokan de,
pisîkê bi agirê min de mîst
û tenê hût
şahê agir e neha...
Ku em li xwe netewin,
Bi bîra birînê danekevin,
Em ê bi kîjan destê hezkirî,
Zarokatiya xwe ya belavkirî,
Ji van geliyan,
Ji van zeviyan,
Deste bi deste
Bi beybûnan re bidin hev?