hestên min,
bi tevayê qîrkirinan re
birîndar bûn,
di zemanê komkujiyan de
di bîna mirinan de asê man...
~~~
duygularım,
tüm katliamlarla beraber
yaralandı,
soykırım zamanlarında
mahsur kaldı ölümlerin kokusunda...
berf dibare
mam asê
di newale çavên te de,
Berf dibarê gulik gulik
ser mijangên te.
Roj,
ji keskesoreke it
mehrum dihèlè bejna min.
Payiz
bi ser stêran de ji digrê
diwesine pel bi pel
roniya xeyalên min.
Zivistan kon vedide
li dilê min.
Bûm xwiska heft bira
di cirokan de,
pisikê bi agirê min de mist
û tenê hût
sahê agir e neha.
Danê Baranê
Danekî baranê, dîse di bextê çiyakî de bûm
Hişmendeke kofîşîn bû pîra min, notsalî bû,
bê kopal dimeşiya
Ji her liba tesbiha xwe re dipispisand:
"Em ketine tewqa Guran lawo.
Rohnî bidin da ji we bitirsin."
Stûneke qewîn bû li wî konê kurmancî
Pora kuştiyan wê dihûnand,
xwîna li ser sîngên wan dida hev dikir nivişt
Rûbar dengê wê bûn, her newroz ji nû ve dibû keçik,
bi heft dilan dil diket
Tenê wexta nifir dikirin li rihên kulek,
min didît ew pîr dibû
Kêfa wê dihat bi berxikan,
bi meherkên kehrîbar
Û wan zarokên ku desmala wê ya rengîn wek ala azadiyê Dihejandin li serhildanan.
Fatma Savci