Hilma te,
Bîhna te,
Tîhna ye,
Amade be welato,
Em tên dîna te.
Beybûn û nêrgîzan,
Vekirine li dêmên te,
Ji keskesorê ye rengê te,
Kara evînê ye himbêza te.
Hilma te,
Bîhna te,
Tîhna ye,
Amade be welato,
Em tên dîna te.
Te got ez Kurd im,
Erê,
Ez dibînim,
Tu Kurd î.
Ma tu kîjan Kurdan î?
Ji yên ku ji bo seriyek pîvaz,
Bihostek erd,
An gepek nan Kurdan dikuje?
An jî ji yên ku her roj xwîna Kurdan dimije?
Do...
Dîsa min,
Qutiya dil,
Ji te re vekir.
Û ez,
Bi xiyalan re,
Ketim şer,
Bi evînên,
Mirî,
Û nîvcûre,
Min kir ceng.
Qêrîna min,
Bihîst kerran,
Dîsa te serî neda,
Û ne jî,
Ji te derket deng.