Îro werin lêzim werin
Cîran û xelkê Hêşetê
Hûn rayekê li min bikin
Îro qewî girya me tê
Îro qewî j'mi tê girîn
Sosin li mêrgan xeyirîn
Sed heyfa lêvê şekirîn
Edi venaxun şerbetê
Lêvên di le'lîn û şeker
Kêm bûn ji wan durr û xeber
Sed ah û kovan û keser
Heyf eyn û lam çûn hicretê
Heyf eyn û lam bûne cuda
Şîn û girîn dêsa tê da
Em razî ne b'emrê Xuda
Herçî ji dergahê te tê
E bên rojek rojê amindar
Ê hişyar bin sefîl û jar
Ê qal kin pêşîya mîrê xedar
Ê textê wan bikin wêran
Hûn bizanbin mîrê xedar
Ezê ji dinê herim yekcar
Lê ew beytê minê zerîn
Ji dev û lêva nayêne birîn
Ewê bikin gujîn û şingîn
Çawa biruska erşê ezmîn
Li erda çawa şurê hêşîn
Wê dilê we bikin birîn
Ey av û av ey av û av
Ey su su! Ey su su!
Ma tu bi eşq û muhbetê
Aşka ve muhabbete mi tutuldun ki?
Mewc û pêlan tavêy belav
Kıyıya dalgalar savuruyorsun
Barê emanet nas bikin
Er xwar dibit hûn ras bikin
Xwe rûsipî û xelas bikin
Peşîman în qiyametê
...
Emanetin sorumluluk yükünü biliniz
Eğiklik meydana gelirse doğrultunuz
Yüzünüzü ak edin, kendinizi kurtarınız
Yoksa pişman olacaksınız kıyamette