Min tu naskir
dema ku ewrekî rêbar
di singa ezman de digiriya...
min bêriya te kir
çaxa ku bilbilekî evîndar
di nav
Nêrgiz û Nesrînan de difirya...
min ji bêrîkirinê hewarkir
gava ku gundiyekî xewar
bi ser kaya bênderê de dibûriya...
min pêjna te kir
piştî ku zîzbûneke sar
di hêlîna
hechecîkê de dizûriya...
Kevok,
veger’yan, hêlînên xwe.
keroşk,
veger’yan, lanên xwe.
kevrên revend,
ji serê çiya,
gindirîn newala.
pirîskên baranê,
xwe gihandin,
ciwên çema.
û çem
wê xwe bighînin,
deryayên hêviya.
lêêê...... piştî....
wê sînga germ,
ka ezê vgerim ku....
sed mixabin!
kêla gora min,
wê Qoçana
hoxo min be,
li ser Axa te:
welato!!.....
Dema...
volqanên dilê min,
teqiyan...
kulîkên evîna te.
serpêhatiyên kevnar.
û çîrokên veşartî.
tevde...
li ezmana belavbûn,
û... hatin xwarê.
tenê evîna te
li ezmanê hefta
ma... heyveke geş!!....
Bi berbangê re...
keleşêrên cîhanê
tevde dixulxulînin...
lê..
kelekok û kelebayên me
ji şerê hev diwestin
bi ser birînên xwe de.
di xwe de
dinihirînin...!?