Hamit Baydu. Di sala 1980'yî de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê xelas kir. Di 2012'an de li Akademiya Cegerxwîn beşa muzîkê xelas kir. Bi çîrokek xwe tev li kitêba kolektif a 'Hayal Gücünün Lezzetleri' bû. Di sala 2017'an, di pêşbaziya çîrokan a Abdullah Duran de bi çîroka "Lîstika Mêşan", bû 2'yemîn. Di sala 2019'an de jî di pêşbaziya Şerzan Kurt de bi çîroka "Pisîka Bakurî" xelata 1'emîniyê wergirt. "Tûtina Bavê Min" pirtûka nivîskar a ewil e.