Ez baş dizanim,
Mirin gelek ditirse ji min
Lê dîsa ji ez qet naxwazim rûyê wê bibînim!..
I
Mirinê xwe li qirika min da
Ez bê nefes hiştim bêdem û wext
Min li ber xwe da dîsa
Ez bûm ronahiya dîrokê
Ji evîna te,
Bûm stêrkeke çavzer
Di her şevên reş û tarî de,
Bûm tava roja helesor
Di nava mij û moranê de,
Ez bûm tu ji evîna te
û
çend şevên bêstêrk
û
çend rojên bêronahî
Ji ber nalînên min naliyan
Ji ber qêrînên min qîriyan!..
Ez bûm robareke dîn û har
Herikîm bi şev û rojan
Bi qêrîn û hewar
Pêêêêl bi pêl
Bi leeeez û bez,
Gelî û newal bûn rêhevalên min
Ewrên gerok dost û hogirên min,
Min xwe li dil û hinavên çiyan da,
Lat û zinaran bejna xwe tewand
Li ber her pêleke min;
Rê û rêbar bi min geş bûn
Derya bi min serxweş
Ey sozdara min
A ji min re dibeje
`Bimeeeş û bimeş!..`