TIREN HATO MEŞIYA
Evîndarê keçikê dibin leşkeriyê. Dibin bajarê Geliboliye. Bi trênê dibin. Keçik li ser trênê û delalê dilê xwe ve stranê dibêje.
Eman eman eman eman eman eman
eman eman eman eman eman gidi cahilo haylo vê tirênê, wez ê bi qurbana te bim mi di tirên hato haylo dimeşiya, wele mi dî ji xarpa dora pêşî haylo dû kişiya,
wele mi dî xirîn û gumîn kete gunda haylo çol û çiya,
wez ê rabim xwe bavêm bext û torê yuzbaşiya, haylo bînbaşiya,
wez ê dexîlê wew xwedê me, win ê bi çepilê delalê dilê mi rebena xwedê negirin,
navên eskerya Gelibolû haylo ser mewziya, herçî navê xwedê li we be tirsa min ê ne ji dêw bavê birakê mi ba, wele min ê delalê dilê xwu keçikê bi cotê memkê haylo xwe biriya eman eman wez a te me lo, hahahîîî.
Lê Eman eman eman eman eman eman
eman eman eman eman eman gidî cahilo haylo vê tirênê, wez ê bi qurbana te bim mi dî tirên hato haylo menawrekir, wele mi dî hato menawrekir, haylo li gundê mekir,
wele mi dî delalê dilê mi keçikê hato haylo texsîr nekir,
wele mi dî çekê kurmancî danî, qatek bedlê romê haylo li bejna xwekir, wele mi dî pala xwe da vê tirênê haylo mitalekir, mi go kuro dîno tê yê mitala neke,
ax û eman û xwedê li beden û rihê mi keve heta tê eskarya tirko haylo
ti xilasnekî,
min ê mena destê xortê xelqê ji taximê sing û haylo berê xwekir, eman eman têr nediyo, hahahîîîî.