Husein Muhammed

Husein MuhammedEvinname author
Author
Translator
0.0/10
0 People
1
Reads
0
Likes
513
Views

Husein Muhammed Posts

You can find Husein Muhammed books, Husein Muhammed quotes and quotes, Husein Muhammed authors, Husein Muhammed reviews and reviews on 1000Kitap.
Firrindeyên şevîn dinikilînin stêrên pêşîn yên diçirisin mîna canê min dema ji te hez dikim.
Sayfa 2 - Daxwazê defdayî/ Pablo NerudaKitabı okuyacak
porê reş lêvên sor tilî pirçê vedidin Xwedê di şiklê mirovê de
Reklam
Pêşî Xwedê bi hesûdî li te dinerî li bedewiya te li çavên te û Xwedê xwest bi bedewiyê rikeberiyê li gel te bike: çem û çiya, derya û daristan afirandin lê bedewiya kaniyan tenê awêneyên bedewiya te bûn candar liv û lebatên xwe ji bejnûbala te fêr bûn gulên mêrg û çîmenan bêna xwe ji te wergirtin û deşt û zozanan dirûvên xwe li ber wêneyê te nîgar kirin lewre Xwedê di rikeberiyê de xusirî û daket ser lêvên te. Tama Xwedê ji lêvên te seh dikim
Tilîliyên jinên dawetî perdeyên guhên min diperritînin. Kêrên qesaban min ker dikin, nîvî ji min dibin. Gurmîna daholan di guhên min de deng vedide, kela xwîna min di bin xwe ve dihêlin û Leylayê dibin bin konek din. Wê şevê kerba min welidî û kîna min kelî. Spêdeyê rondikan rêya min bir çolê.
şeydadiya te şemalek şêtiyê di min hilkir agirê min çirûsk dan şevê deriyê zindana tarî vekir li gel min were nîr û zincîran bihêle di derî re derkeve li gel min were çimkî newêrim bi tenê ronahiyê bibînim
Min bievîne xewê: westîn baştirîn nivîn e bo evînê. Xewa di ber te de mîna gorrkirina di deryayê de ye dirêj e, kûr e...
Reklam
Bejna çinarê ranên girrovirr lêv… Leyla-aa-aaa! Canê min, canê te, ez, em beden li bin bedenê Li kela berriyê dimirim Leyla-aa-aaa! Gur, hilma germ ya şêrî mar û margîsok jarê diavêjin Leyla-aa-aaa!
Ew bi şev li ber min direqise. Ez helbestên evînî dixwînim.
Leyla, pirça te min hemêz dike. Leyla, êdî dereng e. Her nêztir dengê henaseya te dibîzim û pirça te dadikeve ser min. Hest bi henaseya te dikim, Leyla! Tu hatî, hatî min hemêz bikî. şiliya hilma te seh dikim. Hest pê dikim ku leşên me digihin hev, di nav tarîtiyê de hilma te li rûyê xwe hest dikim. Leyla-aa-aaa!
Hezar û hezar salan li vir darek hebû Ez ew dar im ya hezar û hezar salan li vir bû Piyên min bûne rehên kûr destên min digihin esmanan Leyla-aa-aaa Li te digerrim mîna dara li vir bû li te digerrim dara hezar û hezar salan li vir bû û bi te şewitî
24 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.