Husein Muhammed

Evinname author
Author
Translator
0.0/10
0 People
1
Reads
0
Likes
542
Views

Husein Muhammed Posts

You can find Husein Muhammed books, Husein Muhammed quotes and quotes, Husein Muhammed authors, Husein Muhammed reviews and reviews on 1000Kitap.
çavên xwe digirim û tu têyî bîra min nermiya destên te germaya lêvên te çavên te yên xewokî bersîngê te yên destên te li ser kenê te tê bîra min kenê seyr kenê matker û peyvên te tev tomarkirî ne di dilê min de her tişt tê bîra min her gavê cihê xwe bi derziyê di min koliye bi xwe dagirtiye û avis kiriye
li kolanek tarî kurrek keçekê li ber dîwarî maç dike li salona restoranê til bi tilan dilîzin li ber maseyek din destê zelamekî li ser ranê jinekê çima ji ber çi li her derê wêneyê te li ber çavê min e her der basa te bo min dike rûniştek me vedixwînin nav bihara gulan ber siya daran nav mêrgan maseya tarî li kuncika xwaringehê bo min û te raxistî ye çima ji ber çi her der basa te bo min dike
Reklam
li ser rûnişteka li ber siya gûzê li perava deryayê dema ba pêlan diajon hingura êvarê li kuçe û kolanan li ber çavê her kesî li meyxaneyê derengî şevê dema badegêrrên xewto dixwazim me derxin li pirtûkxaneyê li ber stara refên paşîn li dikanê dema dikandar ber li derek din e daku gustîl û guharan bo te ji şûşebendê derbîne li giravekî ku ti kes din lê nebe li sînemaxaneyê li virtîvalahiya pêşandana pîştî nîvro li ser qerriseya deryaçeyê dema maç lêvên qerrisî germ dike li nav nivînan piştî evandinê di asansorê de ji qatê yekê ta yê şeşê li xîzgeha peravê ji ber germaya rojê betilî di hênikahiya peristgehê ve dema oldar bo maça me lava dikin li seyrangehê û li her cihê pirr mirov lê hebin yan em bi tenê bin bi roj êvaran bi şev spêdeyan zû û dereng li şirrikbaranê yan kela tavê dixwazim te maç kim
Lêvên şeqbûyî. Janên bêrawestan. û tînî. çavên te li mirina min dinerin. Nêzîktir dibin nêzîktir, birayên birçî.
Carekê li vê jiyanê yan di xewnê min basa evînê dikir. Tên bîra min ew helbest yên tê de yekî basa evînê dikir - min yan kesek din - û bawer dikir, bi xwe dida bawerkirin ku evîn xwişka bedewiyê ye û evîndar bi maçan dijîn. Min nedizanî, yan kesek din nedizanî, ku evîn jan e, giyanê dihelîne daku duyan bike yek. Pelatînk xwe diavêje nav agirî û dişewite daku bi xwe jî bibe agir. Maç kesî ji mirinê ranake lê dikuje.
pirç xelekî çav miçandî bê pêjn lêv dûkêlî dikêşin dilî canê min min qurbanî lêvên te be dilê min bikeve torra porrê te bixeniqim çavên te
Reklam
24 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.