Şevên bê te zindanên tarî ne
Çav li rê
Û dil li bendî hatina te dimîne
Dil dibe payîzek xembar
Û bi ser giyanê min de
Êş û janê vediweşîne
Di tarîyên şevên payîzan de
Gesnê janê diavêjî dil
Û dil bê liv dimîne..
Kulîlka te
Li ser çavên min
Bibore delalo
Ez kulîlkan naçînim li dil
Lew li welatê min
Bilbil şervan in, gul bê helbestin
Keçên rû heyvîn
Bi temesî û bi kofiyên reş in
Mêrxas û egît
Bi bextê reş in
Bibore delalo
Kulîlka evinê nede destê min.
Kitabı aldığım zaman kadınla tanışma fırsatım oldu has kürtçeyle konuşuyordu. Ses tonu konusma tarzı o kadar cok hosuma gitti .Gittigi sehirlerde ayrı ayrı kaleme aldıgı siirleri var.