ROJA 8’E ADARE
Gula ser jina belav bikin
Gurz gurz xelat bidin
Xizmeta jinan pirbıkın
Pîroza roja wan bikın
Bila jin xwe bixemlinın
Xemla jinan ra jî
Bila kolanan bixemlin
Cure cure û rengbireng
Xobikin kinc û berge ala se reng
Kef û şâhî derkevin qadana
Bileydim bigrin dîlana
Bilind bikin mila û tîlîlîya
Bikin bangewazî li denga
Şahî bikin roja xwe hevra
Bibin gul û sosinen bihare mera
Bixemlinîn erde û ezman û ewra
Kef û meşa we jina ba erd biricife
Denge xuba;”JIN,JİYAN,AZADΔ bejîn!
Erde jî bin lingen xwe da bihejînın
Bila kedmej ji we bitirsin
Pergala wana wergerînin