ax dilo!
Rêyeke kujer e ev
Çend ten di wê de kelijîn
Çend çav di vê fetlanokê de vemirîn
Çen rû di vê babîsokê de vehijîn
Ax çend kes
bêhesab di deryayan de noq bûn, nezivirîn
ez jî berê xwe didime binbehreke bêderî
wekî din çare jî nîn e
westîyayî dimeşim li ser lingên qudûmşikestî
şayîk û ‘eware diperpite li ber serê balîfa min
dûxanên heyirî
çirayên temirî
ez jî berê xwe didime binbehreke bêderî
wekî din çare jî nîn e
westîyayî dimeşim li ser lingên qudûmşikestî
şayîk û ‘eware diperpite li ber serê balîfa min
dûxanên heyirî
çirayên temirî