"Dengbêjî; peyvek ji "deng" û "bêj" çêbûye. Lê di zanistiyê de wateya wê, kirina hostatiya peyvê ye, çawaniya xistina bûyerê ye ku mirov dixe ser dengî, lê bi xîtabeteka herî baş. Yê ku gotinên herîbaş dibêje, dengê herî baş derdixe, hafizaya (bîr) wî/wê fireh, yê ku bûyerê dikare baş şîrove bike û bikaribe bixe zargotinê, peyvê bike kelam, kelamê bike kilam, nefes bide gotinê û rihek bide kilamê, ew dengbêj e."