Mahmut Beğik kitaplarını, Mahmut Beğik sözleri ve alıntılarını, Mahmut Beğik yazarlarını, Mahmut Beğik yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Reso wisa mutewazî û sofî bû, rabûn û rûniştandina wi gelek maqul bû. Heya meriv tiştek jê nepirsiya xeber nedida. Wexta dikete halê gotina kilamê, weka însanekî ku bikeve îbadetê. Heya xelas nekira xwe tev nedida. Tizbî nedixist destê xwe. Reso ji xeyrî kilaman, beyt ji digotin. Yên dînî û nivîsarên din. Ji Feqiyê Teyra û Cegerxwîn jî digot. Reso behr bû. Kilama Gula Di Zinêr de digot. Di nava kilamê de bawerî, eşq, mirin, ilm û meznahiya Xwedê heye."
Mesela (Reso) di kilamek xwe de dibêje: Çiya, em hemî çiya ne. Çiyayên biçûk rabûne, çiyayên mezin di ber de melûl mane. Di vir de qesda Reso ev e ku biçûk îro rabûne û ji mezinan re dibêjin hûn bi tiştek nizanin.