Genim ji sinbil dernekeve, ji kayê neqete, di axê da neyê veşartin, nebe çirpoz û bi ba li rast û çep neyê wergerandin, bi dasê neyê dûrandin, bi aş neyê hêrandin, di dest da neyê strandin, bi terpik û tirikan neyê lêxistin, li ser sêlê neyê patin, bi diranan neyê cûtin û dûra neyê daqulandin û nekeve ûr, ma dibe hiş û karîn û xûn û jîn. Sebrê bikin! Sebir tehl e, lê berekî hêja û şîrîn jê ra heye."