Ya Îlahî ğireta me zêde kî
Em ji riya Te tu car nebine cuda
Ummeta Pêxemberê te Ahmed in
Rû sipî me derxî hafê ya Xweda
Sunneta wî bêxî exlaqê me de
Me bike ji xalisê mucahida
Lê bibarîne selatê xwe ebed
Hem selamên xwe riya her meqseda
Ji mirnê nêztirin nîne ji însan re li dunyayê
Kesê dunya kirin ğaye rezîl bûn li paş mane
...
Tenê mucahidên sadiq di 'eşqa Rebbê' alem de
Feda, qûrban dikin jê re ruh û mal dost û çeşman e