(Gelî mislimanan!) Li ser kirina pênc ferz nimêjan berdewam bin û (nexasim) li ser nimeja navîn (nimêja esrê) miqate bin. Bi guhdarî û bi tirs bi ber Xwedê Teala ve rabin piyan.
-Beqere:238-
Ji nîşanên(qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.
Xwedê Teala her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike, xêra ku bi dest xistiye her jê re ye û gunehên ku bi dest xwe ve anîne jî her di stûyê wî de ne.