Ji nîşanên(qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene.
Xwedê Teala her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike, xêra ku bi dest xistiye her jê re ye û gunehên ku bi dest xwe ve anîne jî her di stûyê wî de ne.
Gelî yên xwedankitêb!
Ji bo çi hûn heqîyê bi batilî cil dikin
Û ji bo çi hûn heqîyê diveşêrin?
Digel ku hûn dizanin heq çi ye jî.
(Sûreyê Alî Îmran/71)