Mihemed Ronahi kitaplarını, Mihemed Ronahi sözleri ve alıntılarını, Mihemed Ronahi yazarlarını, Mihemed Ronahi yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
aha berfîn vaye payîzxêr kete axê
demsalek derewîn daket ser emrê min û te
vaye bi heft rengên xwe hatina te şabaş dike
keskesoreke dilovan
payîzxêr e berfîn payîzxêr e
li ser piştê ye deriyê dilê min
were silavekê bide tenêtiya min
û derbasî hundir be
ji bilî te kesî nedî birînên min
êdî tu nojdar nîn e ji min re
were aş bike kerba min a azirî
ramûse lêvên bêrîkirinên min
bike welat ji min re cotê zermemikan
ez bikim welat ji te re sîngê xwe yê çiyayî
ma ne me bi hev re kişand derdê bêwelatiyê berfîn
şahmaran
ha şahmaran
dayika şahmaran
şahmaran
ha şahmaran
dayika şahmaran
te jehra evînê dagerand laşê vê xakê
li ber pêsîra te zarokekî biçûk bû
te bi şîrê berê xwe kedî kir îxanet
û çîroka te bû dîroka me
şivanekî şevlêgeriyayî me
li sertarê Sîpanê
li navmilê min kulavekî xuristanî
pêrgî Siyabendê Silîvî têm
dibêje min:
evîn pezkoviyeke ziyanî ye Ronahiyê min
dakeve ji van geliyan.
evîn pezkoviyeke ziyanî ye
her li zeviyên biyan diçêre
didim pey dewrêşekî zerdeştî
û şopa evîneke veşirî digerînim li xirbeyên darayê
bi çil erbaneyan pêşwaziya bihareke serxweş dikin
xecîcokên sorxemilî li berîka mêrdînê
diherikim dilê qesîdeyeke kevnar
û bi cizba eşqê dikevim
heft beranan diwehdînim li ser heft ziyaretan
bi baranên heft adaran dişom dilê xwe yê melankolîk
dibim dergevanê beyta evînê berfîn
xayz dikevim li şêmûga xeyalan
berêvarekê min dikişînin qatên xwe hosteyên bêrîkirinê
mistek evîn derdixin ji bêrîkên xwe û di dilê min radidin
bi ramûseneke xeşîm re têm ser hişê xwe
pêrgî du ayetên wendayî têm li ser sîngê te
baweriyê bi xwedayekî tînim
hespê xwe yê zengozêrîn
çi rewan dibezînin em ber berfîn
çi rewan dibezînin em
hespê xwe yê zengozêrîn
ber bi tarîtiyeke zexel ve
bêhna xwekujiyê tê ji berêvarên min
bêhna xecîcokên çilmisî ji berêvarên min
mistek şevên midyadê bîne ji min re
ez têm û dibim mêvanê êvarên te yên birîndar
yên ku pal dane kendalekî qedirşinas
têm û dibim mêvanê xewnên te yên zîvîn
yên ku ji berfîneke girînok hatine dizîn
ma qiyamet radibe tu jî şevekê
hema şevekê werî û bibî
mêvanê şevereşên min ên xeyîdokî
jiyan carekê ye
û evîn carekê
Ma kî yê emrekî din bide me berfîn
Kî yê bibe loqman ji birînên me re
Ma ne em birîndarên heman kêrê ne
zarokên heman çîrokê
Ma ne em lehengên heman xewnê ne
Bendewarên heman rojê
Parsa evînê nabe berfîn
ji bihareke derewîn guh xwarin
hêviyên min ên beravêtî
niha stewr diçêrin
li deşta jiyaneke bejî
şivanekî şevlêgeriyayî me ez
li guhera xeyalên dilşikestî
şivanekî şevlêgeriyayî me
têra xwe rêdûr
têra xwe pezwendayî
ev çend e şopa berfînan digerînim
li sertarên çiyayên qurre
şopa berfînan digerînim ev çend e
li her dewsek te berfîneke stuxwar
li her dewsek te xezaleke birîndar
ey xwedewenda berfînan
tu xwişka xeyalên min ên dûr î
ez destbirakê stranên te yên nîvçemayî