Mitan Şareza

Xewle Ye Xewn? author
Author
10.0/10
1 People
2
Reads
2
Likes
415
Views

Mitan Şareza Posts

You can find Mitan Şareza books, Mitan Şareza quotes and quotes, Mitan Şareza authors, Mitan Şareza reviews and reviews on 1000Kitap.
"Vedigerim ser koça kujerîya xwe ya şûmî Kêferata tikakirinê ye li min diare Berê min her li wê sermestîyê ye Qufla hezar daxwazîyên min carekê bi dîtina te ye" Dema ku tu bajarekî ji jîyana xwe derxî Yek kêm dimîne tu
"îro awêneya bindestîya neteweyeke bêdev e Kobanî... Kobanî ku tu bikevî, ez ê dilê xwe daynim ji hebûna xwe. bila êdî kesek qala mirovahîyê neke ji min re." Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye Heyveroneke tamsar û kevanîyeke hejar Ji çepilên rojê revandiye senfonîyên bayên sibeha porkur û notayên tenûra vemirî Di pêlên vîzevîzê
Reklam
"Nizanim êdî, di ser kê de kirasê helbetên xwe biçirînim" Dibêjin ku kulmek ax jî, ji çavan re dibe mirin Ku ew qas bajar, ew qas rê, baran û bager û bi dehan welat Behr û çîya di navbera meriv de bin Nizanim rast e? Lê wisa be çima ji şevan re, bi dizî navê te dibêjim?
"Me gotinên xwe yên bêsînor xist paxila çîrokên zarokatîya xwe lewma çavên me hê jî warê stêrkan e" Di binê banê welêt de em êdî ji peravên hezkirinekê li axa hev du hiltên Tenê parîyek barana ewilî wê derîyê dilê me ji kenên kulîlkan re bixemilîne Niha bi kulman pinpinîkên bihara temenê me di guhên asîmanan de distrên
"Zimanê min û şevê jêkirî ye koçberekî dawîya temenê bayê sibê me" Têkçûnên min li ser vê axê mirinê dadigirin Navên kîjan deverê li xwe dikim rêya neçûnê dide ber min Têkçûnên min li ser vê axê Ji pirsan hînî parsekîyê bûye Ji tirsan derewîn bûye Kor î kût Hişîyar dibe rojên min û gavên min li ber pêlan cangorîyê evîneke neçar e Lal û ker digerin dînên dilê min Lê navê straneke bîyanî ye di çermên axê de bûye gor Texsîr neke Galgalên ku ji pûşên kayê di dev û pozê hêvîyên min de bênderan bi cî dike û neçarîya min ji beytikên zivistanê re name ye Têkçûnên min, li ser vê axê hirîya bê diqusîne şivanekî bajarî ye
"Ji te bi wê detir tiştekî din, dîsa tu yî Mala êr bar dike ev peşkên dilguvêş" Dafên ku ji hêla ramûsanan ve refan radike di min de çivîkeke birîndar dinalîne Lalîya ku, ji kûr ve min diperitîne xemilîya min, a di dil de stewrketî awêneya zayîna derîyê vegerê ye ji hişê birçî re û ev keftûlefteke xwenasînê ye berate ye, li devê şevekê kenên te Te ez bi rewnaqan virvirandime tarîtîya keştîya xeman û te jî dît Dawîya dawî, her tişt dibin şev û dîsa ez zarokekî hatiye qeşartin ji xewnan û dîsa ez destvala belê min jî dît Dawîya dawî, her tişt dibe şev
Reklam
64 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.