"Dîdarên pakîya rewan
Zîldana peyvên herî hêja û kibar
ku bibin rêwîyê rêya we yê bi kêrî tiştekî neyên
lê navên gelekan di janên jehrdayî de qusîyan"
Dilê min îşev li min gilî kir
Ew ê werin ronahîya çavên min
dilop dilop hêsirên min ji min bidizin
Ew ê werin di tarîbûna bîrên neyarî de
li hestîyên laşê min bigerin
Dilê min îşev li
"Bi taya helbestekê ketime
eyyy êvar, li min mikur bê!
Naqede teqînên tengijîyan di neqebên min de
eyyy êvar, li min mikur bê!"
Rengên min diselitîn pêxemberê bitifaq
Naxwazim nemrûda di termê xwe de bikim masî
Naxwazim
Serwerîyên xewarîyê ye, dijmêrim
Kewarên xewnan bi tac û kabûs
Ji dar û devîyên wan
Xemgînîyê diçînim, bi dilekî pêxwas
Li min rûdine yezdanekî ji warê bîyan
Dibim deng ji ewran, reng ji payîzan
Dibim stran
Mazûbanê êşan
We bi xwîna Kurdan destnimêja xwe girt
We fitira xwe jî bi goştên zarokan vekir
We sînga dayika me ya pîroz jî, kir șujde ji xwe re
De êdî Xwedayê we jî were
Rojava
Dojeh e ji we re
"Hey li me siwar e nîvê şevan
deyne ji pîyê şer ew potînên qîr û qilêrî"
Tazî distrên, tiştên ku em qet nikarin li tehma wan binêrin
Di gîyanê me de, ji wan re dibêjin, mêweyê darên bîyan
ên ku me ji tehman dibe û me di binê banê tehmsarkî de dihêle
Li xwe digerim
Li şêranîya tevna havênkirî
Ji bo ku em bilûsin dilê hev du
Ji bo em xwe raxin di dergehê zanîna hezê de
Bi warekî şivtîtazî
Bi qasî ku em ji ramûsanên hev du hez dikin
Divê em ji mirina xwe jî hez bikin
Divê em ji dûrîya ku me kiriye dengê baranê jî, hez bikin
û bi devên gulan nameyên kenên xwe ji hev du re binivîsin