Nûdem Hezex

Nûdem HezexBîr author
Author
9.0/10
2 People
35
Reads
12
Likes
1,060
Views

Nûdem Hezex Posts

You can find Nûdem Hezex books, Nûdem Hezex quotes and quotes, Nûdem Hezex authors, Nûdem Hezex reviews and reviews on 1000Kitap.
Nebe tişteke her tiştî an her tiştên her tiştî, bibe tişteke tiştekî an hertiştên tiştekî.
Sayfa 81 - Dara yayınlarıKitabı okudu
Mirov bi rê de diçe û diçe û diçe, lêbelê ew rê ti caran naqede. Li rê, mirov gelek pencereyan dibîne. Pencere bi ti deveran de naçin. Li ber heman dîmenê ne, dîmena kêlî bi kêlî tê veguhestin. Veguhestina demsalan dibîne eger li ber pencerê be mirov û hew.
Sayfa 25 - Dara yayınlarıKitabı okudu
Reklam
heft rojan ma ew peyv li ser wê asfaltê çavek li xwe vekirî yê dî bi ser xwe de devgrêdayî li wê rastê dîmêneke mirî mabû li kulmeke girtî bermayîya çolek gotinên li lêkera hevokekê ketî mîna kîsek pembû pijîqîbû erdê rêyekê xwe li rûyekî girtibû rûyekî xwe li rêyekê hatibû kuştin royek li rûdênê ava çemekî li ser wê asfaltê heft rojan
av bi çi tê şuştin bi kîjan çeka xewê tê guvaştin benîyê kenê lêvên te ma gûhîjên Zinarexê ajdane li şaxên çermê rûgermîyê çawa dikare keviran nerm bike ma rima agirê tenûrê pijandiye şûşa dilê te ma rengên ava heft kanîyên newala tayê melîsîne li spîka awirên te ka b`bêje keça vînê! na na keça evînê kulîlka ji xwînê: xwîna ji kulilkê av bi çi tê şuştin li welatê te kuştin bi çi tê kuştin ! kuştin bi çi tê kuştin !! kuştin bi çi tê kuştin !!!!!!!!
Cîya min xezalek e hûn nizanin çi qasî xweşik e go: neçe kûrê`m neçe bêhna xwînê tê ji wê hêlê sorgewez e rengê axa wê bi çarikên bi darên hişk ve grêdayî ne li wir
tu çar kêm sê yî çar carên yeka min ez sê kêm çar im neçar im tim û tim ji ber vê yekê kêm im ji yekê em çar û sisê ne sêdarka serê min dojeha çarînên te her tim yek ji yekê kêm yek li yekê zêde
156 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.