Şev li erdê ket keyv şikest
Giyan xwe li deriyê roniyê xist
Şev bi firmêskan re niqutî erdê
Tu di nav de nebûyî
Tu li pişta derî bûyî
Destekî seqemî bi çembilekî hesini ve
Dilê te bi derî ve dike kutekut
Tu dîsa ceger nakî
Roniyê li rûyê min
Germayiyê bi ser wî destî de bireşînî
Şev birîndar bû heyv qetîtk qetîtkî
Giyan li ser dewsên piyên ber derî raxistî
Dema ez diçûm Bazinê Taqa
Dema tu lê bûyî
Ji bîr nakim, na
Gava min te şibandibû qumrîkên ser wan şikeftikan
-şikeftikên ku hetav li lotikan bû tê de
û bi kêzikeke hecê re germ bû dilê me-
(marê te wê bê min qey
Min hin ji ava hewtikan negihandibû destên te?!)
Gava tu dihatî wî kavilî
Kêliya ezman ji rengê şikeftikê vediguherî rengê pêz
Te gazî
Min ji çermê maran
Ji reşeşîha bin sêdaran
şevek çêkir
û min dîsa li ber tehtên newalan danî
Paşê li wê qurçika zerînî
Bi tirseke kevakî
Min Zêrka Zêra dî:
şev tev kulmek agir bû
Di wê dilketina
Kevirk û kevirk
Darik û darik
Hêsirk û hêsirk de
û barê fecrê mişt tenî bû
Qirşikên ku te dan hev
Tenêmana te ya li nav lepê tirsê
Hawara te ya bi lerza gulekê
û banga hirçê bi dengê pîra te
Hemû bûn deqên mirina zû li eniya te
Zêrka Zêra
Min dev ji te berneda
Eva piştiyê te
Hemû hebûna te
Dilkê dila
Ku min xwe ji kokelkên ber pehîna te vedizî
Ku ez dîsa bê ba û tav û yar hedinîm li milê tenayiyê
Heger ew qesra tu lê
Bû agir û bi dilê min veda
Na, xwîn min naterkîne
û bahozan wê li pey xwe rake kitêba ku ji kezeba min
Mirin li xwe kom kirine û çûye
Wê min ne sar be kêliya ewil
Lê ew her du gavên ku min
Ber bi keviyên deynekirina te avêtine
Wê sartir bibin ji mirina giyan
û li bîranînên te bicemidin
Kitêb û mirin
Du qesrên kavil in niha
çavên te bê gul
Dinya sipûsar
Carekê herim bibînim
Wekû tu car nebînim
Rûyekî
Gava çav bi girî hişt
Li ber qaşûlê darê
Qaşûlê bi bêhneke dûr a beharê
Wê kêliyê bi siya xwe daketibû mirin
û dirêj bû
Dûr bûn dest û tilî jî
Weke wê berûya ji zû de qeşartî bû dilekî tenê
Careke din herim bibînim
Wekû min hîç nediye
Wî rûyê bi xwîn
Careke din...
`kêliyeke mirî mirî me
kêvjal kêm çariyek im`
tenê maye tvîlkek, na, tenê tvîlkek maye li ser kavilê zimanê min; ne kedî dibe, ne koç dike, ne jî êm nas dike.
bêrîkirinê dimale ji ser çavê min. di camê de dixwêne; asê dike û vedike asoyê. perende çi peyveke har e! mîro çi çîrokeke haş e! tvîlk heye bo siyan bihêle û şopan rake?!
zarnehiştê!
îro rabûme ji binya wê tehtê, lê deşta min ew çende teng e asîman rûnanê lê!
tvîlk li keviya peyvê, vegire qelaçên bêzariyê, ji perrên xwe daweşîne kêferata vê dinyaya sayî!..
Hatin min dîsa cinên şikeftên kevin
Weke hezkirinê
Mîna jinê
Ez ji hesinê tirsandinê dûr çûm
Ji teqandina tivingê xwe birrin gavên lerzok
û wê gavê,
Gava girî li serê Agirî bû
Dilê ajelekî winda ji zemanê nebî nûh
Bi min ve giha
û gotinên min dibûn pencên pilingan
Ku ezman sayî û bêguneh ba
Wê firmêskên melûliyê biketana
Ser kevirê cinan
Ku wê gavê
Ez hebûm
û toz
Mîna hezkirinê
Weke bayekî
Lê di nava xwe de dizîziki her tişt
û ba...
Qereçî wê di pişta beyaniyan ve dîq bike
Ku Qereçî dîq kir û keniya
Tu ê nû bi hetava hezkirinê bihesî û dilê xwe derxî devê derî
Wê keziya xwe berde ser dîlokê
û bireqise li dor rû û êgir gelo
Qereçî ye?!
Piyên min hingî gêj bûne
Ji wê bêxewiya te ya mîna beyarekî
Mîna dareke berrî
Di kokela bêdeng ya evînê de ji xuşexuşa pelan
Ji kizina madzer
Weşiyaye evîn gêj bûne piyên min
û dewsên wan li hemû ewrên sore belav dibin
Lê Qereçî
Min soringek jî danîba ser lêvên te
Da hema vê carê wer nebûbana
Ji deviyan