Perwiz Cihani

Çarîneyên Omer Xeyyam author
Author
10.0/10
1 People
16
Reads
2
Likes
450
Views

Perwiz Cihani Posts

You can find Perwiz Cihani books, Perwiz Cihani quotes and quotes, Perwiz Cihani authors, Perwiz Cihani reviews and reviews on 1000Kitap.
Dermanê bilbil gul e
Meygêr were deşt û çiya gulgulîn Bilbil mest in ji evînê bûne dîn Wek bilbilan bên ke guleka rengîn Hêj ku gulên min û te nepejmirîn
Destvehata me ji cîhana derewîn Xemxwarin e, canzerî ye, dil birîn Xweş ew kes in, yên ku zû ji vir revîn Xweziya wana, nehatin cîhan nedîn
Reklam
Ger te hebe ji genimî, xweş nanek Ji berxekî pîlek û nermeranek Şûşemeyek, rûsorgulek, bostanek Jînek xweş e, dest naxe her sultanek
Ta kengê tê bijî bi xweperestî Temen pûç kî li dû her hest û nestî Noş ke meyê ecel dike zordestî Temenê wa, baş e di xew da, an mestî
Çendî xweş e gel yarê veleziyabî Giştî jînê di nav çêj û xweşiya bî Zû yan dereng tê tevî wan rêviya bî Bibî çîrok, efsaneya sêviya bî
Dilo tu nizanî sirra cîhanê Dê negehî bi wateya jiyanê Ew bihişta ku dibên erê, na ye Bixwe çêke yêkê di vê gulistanê
Reklam
105 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.