Em rojî salî taze ye Newroz hatewe
Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe
çend sal gulî hîway ême pê pest bû taku par
Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird
Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe
Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Ewa Rojhilat, le bendenî berzî wlatewe
Xwînî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe
Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Pê nawê bo şehîdê weten şîwen û girîn
Namrin ewane wa le dil milleta ejîn
Mem û Zîn
Perdeya Sêyem
Perde dema ku vedibe, Mem li ser doşeka xwe rûniştî ye û li benda Zînê ye. Dema ku dengek tê dilê wî hildiavêje. Paşê dinêre ku yek tê ku çarşev li ser e. Bê hemdê xwe hewl dide ku rabe. Dema ku dibîne ew jin Perîzad e, fedî dike. Paşê birqînek tê ber çavên wî û Zînê dibîne. Hêz di çoka wê de nîn e û destê xwe daye ser milê Perîzadê. Perîzad, Zîn bir ser doşekekê dide rûniştandin. Perîzad berê xwe dide Mem:
- Ey ne zilam, tu çima şepirze yî? Ji te werê tu şêrkuj û egîd û gelek wêrek î. Devê xwe veke, qise bike ku bila Zîn were ser hişê xwe. Te xêrhatinî jî lê nekir. Ewil te hewl da ku ji ber min rabî. Niha çima xwe wiha bi naz difroşî?
Mem keniya û got:
- Şêr di çoltera evîna te de dibe rovî.
Mem berê xwe da Zînê, bi çavê xwe xêrhatinî lê kir. Hîn jî ji devê wî gotinek dernediket. Di dawiyê de mîna ku bêhna wî çikiya be dibêje:
- Zîn... Zîn... a niha... min bawer kir ku tirsa canan zêdetir e ji tirsa şêr û tîr û kuştinê... Ez û lerizîn... Ev gelek giran e. Bi Xwedê gelek giran e. Bawer bike heta niha qet nerecifîm. Wisa dixuyê ku ez êdî tim li hêviya dîtina te bim û êdî karê min bi hukimdarî û dinyadariyê nîn e. Min ji bo evîna te hemû feda kirin.
...
Pîremêrd
Em asmane şîne kewa bergî matem e
Tehlîlî wa kirawe, ke qubbey xem e, tem e
çerxêke kon e, makênekey jengî girtuwe
çewrî neka be xwên, pekî sûrranî kewtuwe
Pîrêjinêk e, her şewey şûyek eka be xellq
Sûraw be xwênî mêrdî eka, pêy ellên şefeq
Gullgûn be xwênî aşiq e dêwcamey felek
çingî pillingî nawete jêr qaqimî bellek
Gahê be xwênî “alî nebî” sûr ebê Furat
Gah xwênî kurdî têkell ebê Dîcle ziyad ekat
Serdarî ême, ke le ser dar be pêkenîn
Bangî ekird: Be kuştinî min mîlletim ejîn
Em xwênî kurde, ke weku xwênî siyawehş e
Xwênî nesênrê, helldequllê daîma geş e
Bo ême lazim e hemû sallêk, heta dejîn
Em rojî 24-î ayare bikeyn be şîn