Jiyana çiya herdem bûbû meraq ji wan re. Tenê di stranên hozanan de guhdarkiribûn û wekî xeyalekê li bîra xwe bar kiribûn. Doşeka wan ax e, balivên wan kevir, xwarina wan nanê tisî ye. Sar û serma, sir û seqem ne xem e ji wan re. Şervanên çiyê xwe ne bi agirê daran û rojê germ dikirin. Di lingên wan de solên mekap, li ser bedana wan cilên gabardîn, cemedanî li dor stuyê wan, çek û rext li ser milê wan!