Sabah Kara

Dubeytî yazarı
Yazar
Çevirmen
8.7/10
10 Kişi
74
Okunma
6
Beğeni
1.964
Görüntülenme

En Yeni Sabah Kara Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Sabah Kara sözleri ve alıntılarını, en yeni Sabah Kara kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye Eger dilber dil be, navê dil çi ye Ez dil û dilber tevlihev dibînim Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Dilem ji derdê te herdem xemîn e Balîfem kevir doşekem zemîn e Sucêm ev e ku min te hez kirye Ma her ji tê hez dike dilbixwîn e
Reklam
Eger zêrînkulah bî, dawî pûç e Eger xwe padişah bî, dawî pûç e Eger mulkê Silêman jî bidin te Dê her axa li rah bî dawî pûç e
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e Balîfêm kevir, doşekem zemîn e Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e
Can Welat Can
Nizanim ez dilê min kê ra dîn e Awarê kê, mala kê da dimîne Nizanim ez dilê sergeşteyê min Dîlê mest nêrgiza kîjka şîrîn e
Ez ew rind im ji şahan distînim bac Zirxê ber dikim datînim serî tac Serê merdan natewe l' ber nemerdan Eger min daliqînin wekî Hellac
Reklam
Ez li colê binêrim, te dibînim Ez li behrê binêrim, te dibînim Her cihe ku dinêrim, koh , der û deşt Nişanek ki qemxweşa te dibînim
Evînê canê min da hil kir yek ar Dê sojît ta roja heşrê ew her car Te sosret kirasek birî ji bo min Debê ecel ji bo bibit dirûnkar Eger te dî yara min li xelwetê Bêjê ey bêwefa, ey bêmurwetê Pêsîra min ji destê te diryaye Dê nedrûm ez ta roja qiyametê
Şêremêrek bûm ez, lê dil çi zanî Dihêt ser min ecel şêrê nehanî¹ Ji min xwe diparast şêrên şeranî Dijî mergê nebû min çu şîyanî
Buhar tê li der û deşt û gulzarê Cewanî jî diborît wek buharê Dê şîn be lale ser gora cewanan Dema dêmhîv bêne geşta gulzarê
451 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.