Sabah Kara İletileri
Sabah Kara iletilerini, Sabah Kara okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zindan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Dubeytî Baba Tahîrê Uryan Şîna Zarokên Li Helebçe Hatin QetilkirinHûn wisa dilgeş û kamran in ku îdî
Tevkujiya zarokan jî nikare we xemgîn bikê
Ma ne em bûn ku me nalîna mezlûmekî
Zelzeleke cihanî qebûl dikir ji bona herkesî
Berê mirî nefesa xwe ya dawî di dan û dimirin
Li Helebçê zarok ji vê jî hatin mehrûmkirin
Dayikno we çima em nefetisandin hengama
(welidandinê
We çima em mehkûm kirin ku em bibînin vê rezaletê
Ew ku çiya nikarin rahêjin vî barî, ma çawa
Wê rahêjin milê me van hemû tabûtan bi carekê
Hîroşîma, Viyetnam, Efxanistan, Filistîn
Têr nekir xwîna zarokan Dehhakê demê
Heyf e ku em biqasî Kawa jî nehatin ku Kawa mir
Lê Dehhak hezaran Dehhakan welidand bi carekê
Bila bigrî welatê Selaheddînê binavûdengê min
Bila bigrî Qudsa Ezîz li ser vê qederê
Gelo em çawa dijîn di bin vê zîlletê de çawa
Mîna keriyek kerr, keriyek lal, keriyek kor
Bila di mejiyê me de rabê qiyamet eger wê rabê
Yan raperînek birûmet, yan bila tevkujiyek giştî
biqedê)
Sabah Kara