Şahînê Bekirê Soreklî

Jana Heft Salan yazarı
Yazar
9.9/10
7 Kişi
31
Okunma
8
Beğeni
1.329
Görüntülenme

Şahînê Bekirê Soreklî Yorumları ve İncelemeleri

Şahînê Bekirê Soreklî yorumları ve incelemelerini, Şahînê Bekirê Soreklî kitabı hakkındaki okur görüşlerini , Şahînê Bekirê Soreklî puanlarını 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
157 syf.
·
Puan vermedi
Stranên weke "Zînê" û "Dayê rojek tê" ji helbestên Şahînê Bekirê Soreklî hatine bestekirin. Ez bawer im her Kurdek van stranan dizane û dema guhdar dike ji dil de hest dike. Li gel van helbestên xweşik gelek helbestên nivîskar ên polîtîk û bîrdozî (îdeolojîk) jî hene. Piştî min li ser nivîskar lêkolîn kir ez rastî dîmeneke ku di sersala îsal de hatîye weşandin hatim ( youtu.be/wBLLu1-U6jU ) ku tê de nivîskar xwe rexne dike û dibêje "xwezî min xwe bigahanda nivîsên xwe yên wan rojan û ew tev bişewitandana.". Lewra nivîskar xwe sûcdar dimîne ku bi gotinên vala û sloganîk, wan nebaşîyeke mezin li gelê Kurd kirîye. Dibêje "bila Kurd xwenda û zana bin, ziman û zanistan fêr bibin, ne tenê sloganan bavêjin.". Ya rast, me bi salan stra got "dayê rojek tê"; Roj bi ser rojan de hatin û herikîn li ser me ra lê me jiyana bê şer û azad qet bi dest nexist. Wê demê dîyar e ku şaşîyeke me ya mezin heye. Divê em li ser vê meselê kûr bifikirin.
Jana Heft Salan
Jana Heft SalanŞahînê Bekirê Soreklî · Enstituya Kurdi ya Brukselê · 199027 okunma
168 syf.
·
Puan vermedi
Qêrîn a Ji Tarê
War; warê girî û gazincê, warê belengazî û bindestiyê, kuştin û bêbextîyê. Hinek caran yek meriv dikare bi hêz û hezkirina xwe, bi kelecan û giyanê xwe ji tarê warekî ava bike. Ne tenê yek carê, bi keda liser hev sarbûyî, bi miriyên sed salan û girî û şîn a sed salan. Tenê yek berfînek biharê nay, rast e. Lê her bihar, bi bişkivîna berfînek tê. Kesî nedîtî û nehesîya ya bi bi ewtîn û zîqînê bihar hatîye. Bi Lehengên bawer, Boyarên rasteqîn tê. Ev nivîs ne lêkolîn e, tenê bo pesindana romannûsek bi rêk û pêk e. Nivîskar her hebî. Bi daxwazîya hemî kesan xwendinê.
Veger
VegerŞahînê Bekirê Soreklî · Na Yayınları · 20141 okunma