Tazî ye can
Zik birçî
Dîl hatiye girtin mejî
Ruh xwe firotiye bazirganê nirxan
Rûmet hatiye pênc pereyan
Binpê bûye mirovahî
Ey mindayê mezin!
Çima roj naçirîne kirasê xwe?
Çima birûsk naqîrin?
Çima natefin stêrk?
Û çima
Hulorîkan nabarînin ewr?
Ma qey kor bûye ezman?
Ey bindestî!
Şûrê destên celadên te
Ji aliyê hedadên neyarê azadiyê ve,
Hatiye hilbijartin
Te dilê mazlûman
Ji tûjkirina çeka xwe re kiriye mevred
Bi xwîna mirovahiyê hatiye şuştin
Xencera te ya qirêj
Gelo tu dizanî kê afirandiye
Mertalê min ê parastinê?
Stêrkan ji şewqa xwe ronî
Rojê ji dilê xwe tîn
Azadiyê ji kezeba xwe hêvî
Û dojehê
Ji canê xwe agir daye min
Armanca min heqîqet e
Ya te qirkirin e
De were haaa!