You can find Seyîd Eliyê Findikî books, Seyîd Eliyê Findikî quotes and quotes, Seyîd Eliyê Findikî authors, Seyîd Eliyê Findikî reviews and reviews on 1000Kitap.
Bira nabê j' bira ra dostê safî
Kure j' bavê xwe ra wek guryê har e
Nezan bûne mezin, zane kiçik bûn
Ji vî derdê he ra qet nîne çare
Mirovê zane jê re nîne lezzet
Nezanê bê'eqil jê ra bihar e
Ew pirtûk zimane ki zehf hêsan û xweşik hatîye nivîsandinê, gelekî meselê girîng hildaye ziman Seydayê Eliyê Findikî bi xwe wek alim ti ya xwe ew qas jî helbestvan û sofî ye. Ez we pîrtukê bi dilekî rihet pêşniyar dikim ji bo xwendekarên pirtûkan.
Ger pirsa min dikî tu
Ka halê min çi hal e
Piştî te dê çewa bûm
Bûme petote û kale
Va roja ez ketîme
Lingê me nalenal e
Diçim rê va bi sîpa
Yê tazetir kupal e
Tewbe bikin gelkî biran Ji guneh û zenban giran Qet guh nedin mulk û peran Hem lezzet û malê dinê Lezzet ew e hubba Xudê Her kî ku bigrê bernedê Ew dê bighête meqsedê Gava biçîtin wê dinê